Di nava kesên ku îro ji Baxozê derketin û xwe radestî şervanên QSD`ê kir, zarokekî êzidî hat dîtin.
Di nava tedbîrên pêwîst de ku şervanên QSD`ê ji bo çeteyên ku ji îro jî Baxozê derketin, şervanan zarokekî (11) êzidî dît.
Li gor nûçeyeke ajansa anhayê zarokê bi navê Rîhad Nayif Kûtê (11) ji gundê Til Benat ê Şengalê ye, di êrîşên Tebaxa 2014`an ên li ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DIŞIê ve hatibû revandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên QSD`ê bi dehan êzidiyên ku ji aliyê çeteyên DIŞIê ve hatibûn revandin, ji Baxozê rizgar kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin