HSD: 5 hezar terorîst hatine kuştin

heta niha 82 şervan canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku terorîstên DIŞIê li Baxozê li rûberekî biçûk hatiye dorpêçkirin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel ragihand ku 29 hezar û 600 terorîst û malbatên wan xwe radest kirine û 5 hezar terorîst hatine girtin.

Kîno Gabrîel eşkere kir ku li Dêra Zorê 34 hezar sivîl hatine rizgarkirin û destnîşan kir ku li dijî terorê serkeftinekî mezin hatiye bidestxistin.

Gabrîel eşkere kir ku HSDê ziyaneke mezin gihandiye rêxistina DIŞIê û hêza terorîstan  ya berxwedanê nemaye jiber vê çendê tê payîn ku di nava çend rojên pêş de dawî bi operasiyona Baxozê were.

Derbarê birîndar û şehîdên HSDê de jî Kîno Gabrîel eşkere kir ku di operasyonan de heta niha 82 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dane û 61 şervan jî birîndar bûne.

 

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.