Rojnameya Amerîkî ya WSJ raportek derbarê siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyeyê weşandiye û têde nivîsandiye; Amerîka ne amadeye ji Sûriyeyê derkeve û Sûriye radestî, Tirkiye, Îran û Rûsyeyê bike.
Di beşeke din ya vê raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku Amerîka vê hezar leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle.
Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku niha 2100 leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê ne û wezareta berevanî ya Amerîkayê xwe amade dike daku hezar leşkerên Amerîkî bo demeke dirêj li Sûriyeyê bihêle.
Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku Amerîka li gel hevpeymanên xwe yên Ewrûpî, Rûsye, Tirkiye û Kurd giftûgo kiriye bo damezrandina navçeyeke aram lêbelê danûstandinên han bêyî encam mane jiber vê çendê jî Amerîka ne amadeye dev ji Sûriyeyê berde.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin