Komîteya mafên mirovan ya Îraqê belav kiriye ku heta niha karîne li Şingal û derdorê 76 gorên bikomî destnîşana bikin.
Li gor daxuyaniya vê komîteyê tevahiya wan gorên bikomî taybetin bi Êzidiyan û 9 ji wan goran di wan rojên dawî de hatine dîtin.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev gorên bikomî jî aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine kolandin û tevahiya wan êzidiyên ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine şehîdkirin di nava wan goran de hatine veşartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin