Erbil 38°C Wednesday 07 May 13:27

Iran jî rayedarên Tirkiyeyê direwand

Serokerkaniya Îranê rayedarên Tirkiyeyê direwand
کوردستان TV
100%

Piştî ku îro wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Sulemyam Soylu diyar kiribû ku piştî danûstaneke berfire aliyên Îranî razî kirine ku li ser sînoran bi awayekî hevbeş li dijî PKKê operasiyonê lidar bixin û îro operasiyona hevbeş li sînorên navbera Îran û Tirkiyeyê destpê kiriye, Serokerkaniya Îranê jî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Serokerkaniya Îranê de behsa vê yekê hatiye kirin ku Îran bi ti awayî li gel Tirkiyeyê li ser lidar xistina operasiyoneke hevbeş li dijî PKKê pêk nehatiye û operasiyona ku Tirkiye îdîa dike îro destpê kiriye hêzên Îranî têde nebeşdarin.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.