YPG’ê şehadeta şervanekî xwe yê îtalyan ragihand

duhê li Dêra zorê canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan ê enternasyonalîst ê ji Îtalyayê Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) li Dêrazorê di şerê li dijî DIŞIê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku şervanê wan ê erternasyonalîst Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) ê ji Îtalyayê li Dêrazorê di şerekî li dijî çeteyên DIŞIê de şehîd bûye. YPG’ê ji malbata şehîd re sersaxî xwest û diyar kir ku dê li ser şopa şehîdan rêya bidomînin.

Berfirehiya daxuyaniya YPG’ê wiha ye:  Hevrêyê me Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) ku di sala 2017’an de tev li refên berxwedanê yên Rojava bûye, bi nasnameya xwe ya şoreşgerê enternasyonalîst di nav têkoşîna azadiyê de cîhê xwe bi awayek çalak girtiye. Heverêyê me Têkoşer cihê xwe di nav Yekîneyên Enternasyonelîst de ku di bin sîwana YPG’ê de ye, girtiye û li hember dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li herî pêş cihê xwe girtiye û di her rewşekê de têkoşîna azadiyê bi biryarî meşandiye.

Bi taybet li Dêrezorê jî li hember çeteyên DAIŞ’ê bi wêrekî şer kiriye û dîsa cihê xwe di herî pêş de girtiye. Hevrêyê me Têkoşer di nav tevgera TKP/ML-TİKKO de xebat meşandiye, bi şênberkirina nirxên sosyalîzmê ya gerdûnî, bûye xwedî sekneke mînak. Hevrêyê me Têkoşer ku bi girêdana xwe ya şoreşa azadiyê re û bi jiyana xwe a xwedî mînak bû, di dîroka 18’ê Adarê de, di herêma dawîn a di bin dagirkeriya DIŞIê de di nav pevçûnekê de şehîd bûye.

Em careke din hemû hevrêyên xwe yên enternasyonalîst ku di şoreşa Rojava de şehîd bûne bi bîr tînin û em ji bo malbata hêja a hevrêyê me Têkoşer sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyê hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Têkoşer Piling

Nav û paşnav: Lorenzo Orsetti

Navê dayikê: Annalisa

Navê bav: Alessandro

Cih û dîroka jidayikbûnê: Îtalya – 1986

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor / 18‘ê Adarê 2019”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.