Li gor daxuyaniyeke wezareta berevanî ya Amerîkayê, biryar hatiye dayîn daku ji bûdceya 2020an ya Amerîkayê, bi qasî 745 miliyon dolar bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê were dabînkirin.
Li gor daxuyaniya han 308 miliyon ji vê pereyê bo perwerde kirin û pirçek kirina hêzên pêşmerge, hêzên dijî terorê, polîsên federal, hêzên bersifdana bilez û hêzên ewlekariya enerjiyê dibe.
126 miliyon dolarên din bo hevkariya operasiyonan, 189 miliyon dolar bo piştgîriya locistîkî, 28 miliyon dolar bo karûbarên nûjen kirina navendên leşkerî û 94 miliyonên din jî bo dabîn kirina pêdiviyên bi çekan tê bikaranîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin