Di çarçoveya civînên navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê yên bo giftûgo kirin li ser porsesa ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de, îro careke din şandên partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê li Silêmanî civiyan.
Piştî civînê, endamê Serkirdatiya PDKê û endamê şandê danûstankar ya PDKê Dilşad Şehab di presskonferansekê de diyar kir ku civîna îro civîneke erînî û vekirî bû.
Şehab eşkere kir ku civînên navbera PDK û YNKê bê berdewam bin û di rojên pêş de encamên wan civînan jî vê derkevin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin