Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê li gel nêz bûna roja Newrozê, Kurd li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest bi amadekariyên hewce bo pîroz kirina cejna netewî kirine lêbelê spaha pasdaran ya Îranê pêşiya wan girtiye û ji wan re gotiye nabe Nerozê pîroz bikin.
Li gor jêderên taybetî li bajarê Melekşahî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê û herwiha li bajarê Şino û çend bajarokên din yên derdorê, spaha pasdaran, amadekariyên Kurdan jinav biriye û tiştên ku bo agir pêkirinê hatibûne kom kirine biriye û li cîheke din şewtandiye.
Jêder behsa vê yekê dikin li seraserê Rojhilatê Kurdistanê hêzên ser bi spaha pasdaran û besîca Îranê digerin û xelkê hayedar dikin ku nabe Newrozê pîroz bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin