îro nîvro topxaneya artêşa Tirkiyê navçeyeke Amêdiyê topbaran kir û topek li xaniyê welatiyekî ket.
Rêvebirê Navçeya Kanî Masî Serbest Akreyî ji K24ê re ragihand, îro nîvro topxaneya Tirkiyê riya di navbera gundê Astengê ku gundekî mesîhiyane û gundê Mayê topbaran kir û topek li xaniyê welatiyekî ket, ji ber ku kes di wî xanî de nebû, ti ziyanên canî jî nebûn.
Weke tê zanîn artêşa Tirkiyeyê ev çend sale bi hinceta hebûna endamên pkkê li wan deveran, bi tundî ev deverên han topbaran dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin