Îro careke din li gundeke ser bi Şingalê di navbera hêzên YBŞ û artêşa Îraqê de şer derketiye.
Li gor zaniyariyan, îro danê sibê hêzeke ser bi artêşa Îraqê yaku ji Mûsilê bo Şingalê hatiye şandin serdana gundê Bab Şilo kiriye û ji hêzên yekîneya parastina Şingalê re gotiye lazime vêderê vala bikin û çekên xwe jî radestî artêşa Îraqê bikin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku hêzên YBŞê ev daxwaza artêşa Îraqê qebûl nekirine û di navbera wan de şer qewmiye û di encama şerê han de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.
Weke tê zanîn beriya çend rojan li devera Sinûnê ya li Şingalê şer di navber wan her du aliyan de derketibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin