Mesrûr Barzanî û Alistair Burt behsa rewşa deverê kirin

wezîrê Brîtanî telefûna Mesrûr Barzanî kir
کوردستان TV
100%

Alistair Burt telefûna Mesrûr Barzanî kir.

Îşev wezîrê dewleta hikûmeta Brîtanyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê telefûna Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Di peyweniya han ya telefûnî de Mesrûr Barzanî û Alistair Burt nêrînên xwe yên li dor pêşhat û rewşa siyasî ya Îraq û deverê, têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de lihev veguhastin û tekezî li ser girîngiya berdewam bûna hêzên hevpeymanan di prosesa reform, perwerde kirin û dabîn kirina pêdiviyên hêzên pêşmerge û artêşa Îraqêkirin.

Di beşeke din ya peywendiya han de her du alî tekezî li ser parastina destkeftên şerê dijî terorîstên DIŞIê û hewldanên heyî yên bo dabîn kirina aramiyê kirin û Alistair Burt ew yek dubare kir ku Brîtanya li ser bihêztir kirin û pêşde birina têkiliyan berdewam dibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.