Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir

behsa rewşa Îraq û deverê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê, pêşwaz li şandeyeke Kongresa Amerîkayê bi Serokatiya kongresman Jon Garmandi kir.

Şandeya mêvan rola pêşmerge, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de, pêşwazî, hewandin û parastina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand û hevkarî û hevbeşiya hemû aliyan bi hokarê serkeftina bi ser terorê da zanî û li hember pêşveçûna têkeliyên Hewlêr û Bexdayê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên berdewamên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistan û Îraqê bi taybetî di rewşên dijwar da, di warê leşkerî û însanî da, kir. Serokwezîr got ku têkeliyên Hewlêr û Bexdayê pêşde çûne û piştevaniya xwe ji bo kabîneya Serokwezî Adil Abdulmehdî û çareserkirina hemû prsgirêkan bi rêya diyalogê diyar kir.

Her du aliyan tekîd li ser rola hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymana navdewletî li Îraqê kir û bi pêwîstî zanî di vê demê de ji bona vegeranidna aramiyê û rûbirûbûna metirsiya careke din serhildanan terorê ew hêz bimînin. Giringiya hevbeşiya navbera Îraq û Amerîkayê da, qonaxa piştî şerê DIŞIê. Vegeryana koçber û penaberan bo ser mal û warênx wan, avakirina deverên ji ber şer hatine wêran kirin û piştevaniya civaka navdewletî di vî warî da di civînê da hatin gotûbêj kirin.

Rola jinan di rêvebirina welat da bi pêwîstî hat zanîn û di vî warî da, Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa gav û pirograma hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê parastin û pêşvebirina rewşa jinan û beşdariya wan ya aktîv di saziyên hikûmdariyê da kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.