Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya Amerîka piştgiriya wan dike li Baxozê operasyonên xwe yên li dijî Dewleta Îslamî (DIŞI) didomînin.
HSD di daxuyaniya dawî de ragihand ku li Baxozê, ku herêma dawî ya di destê DIŞIê de ye, bi sedan terorîstên birîndar yên wê rêxistinê hatine desteser kirin.
Li gor daxuyaniyê di nav birîndaran de gelek kesên ji welatên biyan hene.
Berdevkê HSD’ê Mustafa Balî ji Reutersê re diyar kir ku hêzên wan çekdarên hatine desteser kirin ji Baxozê birine Hesekê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin