Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina cejna netewî ya Newrozê û sersala nû, peyameke vîdiyoyî belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama han de hevdem li gel pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe bo gelê Kurdistanê, diyar kiriye ku rewşa abûriya Kurdistanê baştir dibe û Kurdistan berê xwe dide xêr û xweşiya zêdetir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku prosesa avedan kirina Kurdistanê destpê kiriye û roj bi roj rewşa heyî normal dibe.
Barzanî diyar kiriye ku rihê newrozê rihê aştî û bihevre jiyanê ye lewre lazime em jî di newrozê de hewl bo normal kirina rewşê û bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê bidin.
Ev jî naveroka peyama Serokwezîrê Kurdistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin