Erbil 38°C Wednesday 07 May 13:18

Jiber bendera Laziqiye nakokî dikeve navbera Îran û Rûsyeyê

rûsiye ji vê rêkeftina han gelek acize
کوردستان TV
100%

Li gor radiyo Ferda yaku bi zimanê Farsî weşanê dike rejîmên Tehran û Dîmeşqê derbarê birêve birina bendera Laziqiye ya li Bakûrê Sûriyeyê, rêkeftinek îmze kirine.

Li gor rêkeftina han, vê îdare kirin û birêvebirina bendera laziqiyeyê bikeve destê rejîma Îranê.

Radiyo ferda belav kiriye ku li gor çapemeniya Erebî, ev rêkeftin di serdana vê dawî ya Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bo Îranê hatiye îmzekirin û li hember de jî Rûsye ji vê rêkeftina han dilgirane û hewl bo vê yekê dide daku rêkeftina han hilweşîne.

Îran pêştir jî xwestibû li bendera Tartûsê navendên leşkerî ava bike lêbelê Rûsye li dij derketibû û rê nedabû Îran navendên leşkerî ava bike.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.