Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Zaxoyê ragihand ku îro danê sibê balefirê şer yên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê gundê Şêranişê ya ser bi Zaxoyê bordiman kirine.
Li gor peyamêrê me di encama bordimana han de xaniyeke gundê hatiye wêrankirin û zirar û ziyanên gelek zêde ber vê xaniyê ketine.
Peyamnêrê me diyar kir ku di dema bordimanê de di nava malê de 5 endamên vê malê hebûne lê xweşbextane ti zirareke canî ber wan neketiye lêbelê zirarên madî yên zêde ber mal û du tirimbêlan ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin