Di encama barîna barana bixor li Îranê bi taybetî li eyaleta Xorasanê yaku piraniya şêniyên vê Kurdin, lehiyeke mezin rabûye.
Li gor daxuyaniyên rayedarên eyaleta Xorasanê di encama lehiyê de zirarên gelek mezin bi çend gundên vê eyaletê ketine.
Di vê derbarê de birêveberê qirîzan a ser bi parêzgariya eyaleta Xorasana Bakûr Cewad Nezerî diyar kiriye ku di encama lehiyê de hezar û 695 xanî herifîne û herwiha 471 ser sewalên şêniyan jî mirar bûne.
Nav hatî diyar kiriye ku zêdetir ji 3 hezar û 100 miliyar riyal( pereyên îranê) zirar bi jêrxana deverê ketiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin