Nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew weke Amerîkayê nizanin ka gelo Xelîfeya DIŞIê li kûderê xwe veşartiye û niha çi dike.
Jeffrey derbarê dawî anîna DIŞIê ji aliyê HSDê ve li Baxûzê eşkere kiriye ku roja ku li Baxûzê DIŞI di warê leşkerî de bi dawî hat, rojeke girîng û dîrokiye.
Jeffrey herwiha eşkere kiriye ku hîn jî şerê dijî DIŞIê berdewam dibe û lazime lêv û tevgerên hevpeymanan yên dijî DIŞIê bidomin.
Derbarê mayîna hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê de nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku her çend şerê leşkerî li dijî DIŞIê bi dawî hatiye lêbelê hêzên Amerîkî vê li Sûriyeyê bimînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin