Piştî ku hin parlementerên YNKê daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiribûn daku hikûmeta Kurdistanê petrolê radestî Bexdayê neke mûçeya karmendên Kurdistanê neşîne, îro Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Dr. Fûad Husên di vê derbarê de daxuyaniyek weşand.
Fûad Husên di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku şandina mûçeya karmendên Kurdistanê di projey qanûna bûdceya 2019an ya Îraqê de weke qanûn hatiye pejrandin jiber vê yekê şandina mûçeyên karmendên Kurdistanê berdewam dibe.
Husên herwiha gotiye: Ez li hember şandina mûçeyên karmendên Kurdistanê berpirsim û çawe mûçeyên karmendên bajarên din dişînim her wisa jî berpirsim ku mûçeya karmendên Kurdistanê bişînim û ev qanûne û erkê me weke hikûmet jî cîhbicîh kirina qanûnê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin