Berpirsê nivîsgeha rizgar kirina Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine revandin diyar kir ku duhê jî 21 Kurdên Êzidî ji destê terorîstên DIŞIê hatine rizgarkirin.
Berpirsê nivîsîngeha rizgar kirina Êzidiyan Husên Qaêdî diyar kir ku biryar hatiye dayîn daku bo diyar kirina çarenivîsa hijmareke wendahiyên Êzidî şandeke başûrê Kurdistanê serdana rojavê Kurdistanê bike û li gel rayedarên birêveberatiya xweser bicive.
Qaêdî behsa vê yekê kir ku di çaroveya operasiyona Baxozê de li Rojavayê Kurdistanê 7 revandiyên Êzidî hatine rizgarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin