Artêşa Îraqê an xwe teslîm bikin anjî şerê bikin

nakokiyên navbera wan her diçe zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

 Artêşa Îraqê du pêşniyar li Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin: Xweradestkirin an şer.

Li gor nûçeyeke peyama kurd çavkaniyek ewlehyê ragihand ku artêşa Îraqê du pêşnîyar li Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) kirin kirin: Xweradestkirin an jî şer.

Çavkaniyê ew yek jî ragehand, sererkanê Îraqê di seredana xwe ya dawî ji bo Şingalê pêşniyaz kiriye ku PKK çekan deyne.

Sererkanê Îraqê Osman Ganimî ev herdu vebijark di seredana xwe ya Şingalê da ji YBŞê ra gotin. Ganimî herwiha ew pêşnîyar jî li YPŞ kirîye ku di artêşa Îraqê da cih bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku demek berê di navbera artêşa Îraqê û hêzên YPŞê da şer derketibû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.