Şandeke hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê îro serdana mezara nNemiran yali devera Barzanê kir.
Şanda han ji hijmarek Efser û generalên Amerîkî, Almanî, Brîtanî, Mecaristanî, Finlendî û Îtalî pêk hatibû û ji aliyê nunerê Serok Barzanî yê li Barzanê, Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Pişt re her yekê ji wan Efseran tace gulek bi nûnertiya welatê xwe danîn ser mezara Nemiran.
Piştî danîna tace gulan, fermandeyekî Pêşmerge spasiya şanda hevpeymaniyê kir ku serdana mezara Nemiran kirine. Paşê endamekî şanda hevpeymaniyê pesnê Pêşmerge da ku di şerê DIŞIê de mêrxasiyên mezin kiriye û ragihand, ew serê xwe li hember xebat û fedakariyên Pêşmerge û şehîdên şerê DIŞIê diçemînin ku ne tenê bo Kurdistanê lê bo hemû Iraq û cîhanê nîşan dan ku dikarin DIŞI û terorê bişkênin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin