Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Rûsyeyê yê li Hewlêrê Oleg Levin li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsulusê Rûsya li Hewlêr silavên Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsyayê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî tekez kirina li ser peywendiya dîrokiya di navbera her dû aliyan û rola Barzaniyê Nemir ya bo kûrkirina peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsyeyê de, pêgeha Kurdistanê ji bo welatê xwe bi girîng wesif kir.
Oleg Levin herwiha balkişande ser daxwaza Rûsya ya li berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de bi taybetî di warê enerjî, bînasazî, xwendin û çalakiyên çandî de.
Di beşeke din ya axaftina xwe de Levin rola gelê Kurdistanê di şerê dijî terorê û radîkalizmê de bilind nirixand.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsyayê kir û pêzanînên xwe ji bo helwestên Hikûmeta Rûsya ya li ser doza gelê Kurdistanê hebû.
Serok Barzanî diyar kir ku peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyeyê de dîrokîne û li Kurdistanê daxwazeke zêde ji bo pêşxistina wan peywendiyan heye. Hêviya serkeftinê jî ji bo Konsulusê Rûsya li karên wî de xwest.
Di derbarê şerê terorê de Serok Barzanî ev yek anî ziman ku bi şanaziyê ve yekem hengav ya têkşikandina heybeta DIŞIê li ser destê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin