Navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku navenda vê ya serekî li Brîtanyayê ye û bi SOHOR tê nasîn, belav kir ku di çarçoveya şerê navxweyî ya Sûriyeyê de, di nava salekê de herî kêm 140 leşker û rayedarên leşkerî yên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.
Li gor raporta vê navendê ev leşker û rayedarên leşkerî yên Îranê di encama êrîşên balefirên şer yên Îsraîlê de yên bo ser navend û pêgehên leşkerî yên Îraqê hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve jî navendê behsa vê yekê kiriye ku zêdetir ji 36 hezar çekdarên Îranî, Îraqî, Efxanî û Libnanî li Sûriyeyê ne û Amerîka û Îsraîl jî ji hebûna wan çekdaran dilgiranin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin