Îro salvegera koça grseyî ya Kurde

28 sal beriya niha koç kiribûn
کوردستان TV
100%

Beriya 28 salan di roja 31ê Adarê de gelê Kurdistanê li Başûr jiber zext û zordariya rejîma dîktator ya Besê û herwiha bo red kirina bindestiyê û zordariyê, ji malên xwe der ket û berê xwe da ser sînoran.

Di koça bi komî yaku di zarava Soranî de bi Kurev tê nasîn, bi miliyonan Kurdistanî, berê xwe dan ser sînorên navbera Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê.

Di dema koça seranserî de bi sedan kal û zarokên Kurd jiber serma û birçîtî koça dawî kirin û ji aliyê din yên sînoran de jî leşkerên welatên din yên dagîrker zext û zordariya xwe li ser Kurdan domandin.

Ev koça han her çend terajidiyateke gelek mezine di dîroka Kurdistanê de, lêbelê yek ji wan fakterane ku bûye sedem daku  raya giştî ya cîhanê zilm û zordariya ku li gelê Kurdistanê tê kirin bibîne.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.