Îro wezareta pêşmerge ya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku îro yekşem bi amade bûna nunerên beşê tendirostî ya hevpeymaniya cîhanî û rayedarên hêzên pêşmerge, civîneke din ya hevbeş ya her du aliyan hat lidarxistin.
Li gor daxuniyayê di civînê de behsa hemahengî û hevkariyên heyî yên di warê tendirostî de di navbera her du aliyan de hatiye kirin û hevpeymaniya cîhanî diyar kiriye ku di warê tendirostî de hevkariyên xwe yên bo hêzên pêşmerge didomîne.
Herwiha di heman civînê de behsa wan projeyên steratejîkî yên ku di warê tendirostî de hatine cîhbicîhkirin û ev projeyên ku biryare werin cîhbicîhkirin hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin