Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Tirkmen Elî kir

behsa rewşa kerkûkê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Tirkmen Elî Riyaz Sarikehiye kir.

Di hevdîtinê de Serokê Partiya Tirkmen Elî spasî helwestên Serok Barzanî yên bo piştgîrîkirina mafên Tirkmen û pêkhatên din yên li qonaxên cûda cûda de û nivîsîna destûra Iraqê û herwiha di jiyana siyasiya Herêma Kurdistanê da kir.

Her di vê hevdîtinê de tekez li ser hevdû têgihîştin û şêwirîna aliyan û pêkhatan ya ji bo çareserkirina kêşeyan kirin.

Serok Barzanî û Sarikehiye tekez li ser vê yekê kirin ku berjewendiya hemû netewe û olan di dijayetîkirina tundiyê û karkirina ji bo pêkvejiyan û birayetî û tebayiya di navbera wan da heye.

Di derbarê çarenîvîs û rewşa Kerkûkê de jî tekez li ser vê yekê kir ku Kerkûk pêwîste bibê mînaka pêkvejiyana olî û mezhebî û neteweyî û parastin û birêvebirina Kekûkê jî bi destê Kerkûkiyan bi xwe be.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.