Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê gole li ser kolberên Kurd reşandine û di encam de du kolberên Kurd birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê dikin ku yek ji wan Kolberan ku xelkê bajarê Paweyê ye, li sînorê navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê li devera Newsûdê hatiye birîndarkirin û Kolberê din yê ku xelkê bajarê Serdeştê ye li sînorê Cinawe hatiye birîndarkirin.
Rewşa tendirostiya wan her du Kolberan başe û niha li navendên tendirostî di bin çavdêriya nûjdarî dene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin