Rêveberiya giştî ya keşnasî û erdhejên Kurdistanê eşkere kir ku di encama erdhejekê de devera Çemçemalê hatiye hejandin.
Li gor daxuyaniya han îro 1ê Nîsanê demjimêr 02:29ê erdhejek 24 kîlometre dûrî bajarokê Çemçemalê û 44 kîlometre dûrî bajarê Koye pêkhatiye.
Hewanasiya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de aşkera kir, erdhej bi hêza 3.2 bûye û herwaha 10 kîlometre di bin kûrayiya erdê de bûye û xelkê navçeyê jî hest pê kiriye, lê ti ziyanekî çênekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin