Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya hatûçûya Soranê, jiber barîna baraneke bixor û rabûna lehiyên mezin li deverê, rêya geliya Elî Begê hatiye daxistin.
Birêveberatiya hatûçûya Soranê herwiha daxwaz ji ajovanên deverê kiriye ku di şûna bikar anîna rêya geliyê, rêya navbera Bêxal û Riwandizê bikar bînin.
Ji aliyeke din ve jiber barîna baranê, li çiyayê Kurtekê jî erd herifiye û lofeyên Kurtekê li quntarên Qendîlê têk çûne û rêya navbera Soran, Sengeser û gundên derdorê hatiye daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin