Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de, xwendina duyem ji bo projeyasaya sererastkirina qanûna Serokatiya Kurdistanê dike.
Biryar e îro piştî nîvro Parlamentoya Kurdistanê, bi armanca encamdana xwandina duyem ji bo projeyasaya sererastkirina Yasaya Serokatiya Kurdistanê û sererastkirina şêweya hilbijartina serok heta pesendkirina destûrê, bicive.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hemû parlamentar vexwandine ku beşdariyê di civîna îro de bikin, ku biryar e demjimêr 3ê piştî nîvro bê lidarxistin.
Roja Şemiya derbasbûyî, Parlamentoya Kurdistanê xwandina yekem ji bo reşnivîsa sererastkirina Yasaya Serokatiya Kurdistanê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin