Piştî bi dawî hatina xelafeta DIŞIê li Sûriye û Îraqê, mijareke din ya taybet bi DIŞIê ketiye rojeva cîhanê.
Mijara vegerandina terorîstên biyanî bo welatên xwe û çawetiya dadgeh kirina wan terorîstan, mijara herî gerim ya piştî bi dawî hatina DIŞIê ye.
Di vê çarçoveyê de hijmareke zêde ji welatên biyanî daxwaza vê yekê dikin ku welatiyên wan yên ku li Sûriye û Îraqê di nava DIŞIê de bûye û hatine girtin, li wan welatan werin dadgehkirin û venegerin bo welatên xwe.
Herwiha psporên hiqûqî yên li Rojavayê Kurdistanê jî behsa vê yekê dikin ku lazime terorîstên DIŞIê li cîhên ku tawan kirine werin darizandin û cezakirin.
Psporên hiqûqî yên Rojavayê Kurdistanê daxwaza damezrandina dadgeheke navnetewî li Rojavayê Kurdistanê bo darizandina terorîstên DIŞIê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin