Serok Barzanî: Hewlêr hêjayê tiştên gelek girînge

behsa rewşa Mûsilê jî kir
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê 14mîn pêşengeha pirtûkan ya navnetewî ya Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî hate vekirin û piştî merasîma vekirinê Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de piştî pêşkêş kirina silav û rêzên xwe bo malbetên şehîdan, behsa karesata bin av ketina belemê ya li Mûsilê kir û jiber vê yekê jî serxweşiyên xwe pêşkêşî malbetên kesûkarên qurbaniyan kir.

Serok Barzanî behsa girîngiya pêşengeha pirtûk û xwendina pirtûkan kir û spasiya Serokê dezgeha Meda kir ku her sal ev pêşengeha han organîze dike û got: Ez gelek kêfxweşim ku li Hewlêrê ku navendeke girîng ya dîrokê ye, pêşengeheke bi vê rengî tê vekirin û Hewlêr hêjayê gelek tiştên girînge.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa rewşa Mûsilê û çawetiya rizgarkirina Mûsilê ji destê DIŞIê kir û ragihand ku li gel rayedarên Îraqî bo rizgar kirina Mûsilê ji destê DIŞIê gelek giftûgo kirine û yekem pêngava rizgar kirina Mûsilê bi şikandin û têkbirina eniya berevanî ya terorîstên DIŞIê ji aliyê pêşmerge ve destpêkir û pişt re rê bo artêşa Îraqê hate xweşkirin daku bikarêbe Mûsil rizgar bike.

Serok Barzanî diyar kir ku beriya destpêkirina operasiyona rizgar kirina Mûsilê min çend car ji rayedarên Îraqê re diyar kir ku rizgar kirina Mûsilê asane lêbelê îdare kirina Mûsilê piştî rizgarkirinê gelek zehmete jiber ku Mûsil( Neynewa) bajarekî pir reng û pir çande lazime tevahiya wan tiştan li ber çavan re werin derbaskirin, Serok Barzanî got: Aliyên Îraqî vê demê gotin ku berpirsiyartiya Mûsilê piştî rizgar kirinê li ser stûyê meye. Niha we dît, dibînin ku li Mûsilê rewş çaweye, lazime li ser karesata binav ketina belemê lêkolîneke rast û dirost were kirin û aliyên têkildar lazime hesabê bidin, rewşa Mûsilê gelek aloze û ne rewşeke ku parêzgar û civata parêzgehê bikaribin îdare bikin, li Mûsilê keşe û aloziyên gelek mezin hene, gendelî heye, kemterxemî heye.

Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serok Barzanî diyar kir ku niha piştî demeke alozî û gengeşiyan, niha têkiliyên navbera her du aliyan başin û ev derfeta dawiye li berdem her du aliyan , lazime her kes fêde ji vê derfetê werbigire û lazime bi diyalog û di çarçoveya destûrê de kêşeyên heyî werin çareserkirin û lazime destûr bêyî ti kemanî û kemasî were cîhbicîhkirin.

Serok Barzanî diyar kir ku lazime tevahiya aliyan hewl bo avedan kirin û pêşkêş kirina xizmetgozariyan bidin jiber ku xelk hêjayê jiyaneke baştire.

Derbarê hewldanên heyî yên damezrandina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de jî Serok Barzanî diyar kir ku prosesa damezrandina kabîneya nû gelek paş ketiye nabe wisabe û nabe ji vê zêdetir jiber hinek kes û aliyan ev prosesa han were paşxistin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.