Du gundên navçeya Qeraçê hatin valakirin

artêşa Îraqê nikare wan gundan biparêze
کوردستان TV
100%

Jiber gef û metirsiyên terorîstên DIŞIê du gundên ser bi devera Qeraçê ser bi Mexmûrê hatin valakirin.

Di vê derbarê de rayedarekî şaxê Mexmûrê yê Partiya demokrata Kurdistanê bi navê Komar Mecîd ji Kurdistantvê re ragihand ku jiber metirsiyên êrîşên terorîstên DIŞIê şêniyên du gundên ser bi Qeraçê neçar mane gundên xwe vala bikin.

Mecîd eşkere kir ku ev demeke ku terorîstên DIŞIê bi zorê pere û bacê ji şêniyên deverê distînin û hêzên artêşa Îraq û polîsên Îraqî jî nikarin ewlekariya wan gundan û şêniyên wan gundan biparêze.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.