Serok Barzanî roja çarşemê li Hewlêrê beşdariya merasîma nasandina pirtûkeke nû ya derbarê kadroyên PDKê de kir.
Di merasîma han de yaku ji aliyê Navenda Lêkolîn û Akademiya Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatibû sazkirin û taybet bû bi pêşangehekî fotoyî û pirtûkê (Dîroka Xulên Kadîrên Partî(PDK) ji çiya ve bo bajar 1968-2014) û kombûna kadîrên derçûyê hemû xulên Partiya Demokrata Kurdistanê.
Di merasîmê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û balkişande li ser dîrok û xebata neteweyî ya Kurd û Partiya Demokrata Kurdistanê û ragihand, bêguman her mîletek, eger pêşeroja xwe nezanê, nizanê çawa berev paşarojê pêngavan bavêje.
Serok Barzanî diyar kir ku PDK partiyeke damezraweyiye. Di bin bombe û li çiya û bê îmkaniyatiyê da, hizr dikir, çawa kadîr pêbigehîne, kadîrê partî û siyasî, perwerdeyî, tendirostî, çawa peywendiyekî rûhî ds navbera kadîr û cemawer dirost bike bi cûreyek ku rewşekî wiha dirost bû li Kurdistanê, mîlet bawerî bi axaftinên kadîr bû. Kadîr jî xwe bi xizmetkarê mîlet dizanî.
Serok Barzanî got: Em divê vegerîn ser wan bihayan. Ji ber ku ew bihane ku PDK gihandiye vê rojê. Partî ji bo vê yekê nehatiya avakirin daku dijayetiya hîç hizb û aliyekî din bike. Partî ava bûye bo kuxizmetê pêşkêşî gelî xwe bike. Gelek cûdahî heye. Ewê partî bê her dem divê li bîra wî bê, hûn ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê hatine pêgehandin.
Serok Barzanî erk û berpirsiyariya partî bi binyadnana Kurdistanê wesif kir û tekez jî kir ku berpirsiyariya partiye ku take kesê Kurd pêbigehîne. Berpirsiyariya partiye, ku Kurd bigihîne qonaxa dawî. Berpirsiyariya partiye ku serketin ji bo gelê Kurdistanê bi dest bîne. Berpirsiyariya partiye rewşt û exlaqa bilind biparêzê.
Serok Barzanî di dawiya gotara xwe de kêfxweşiya xwe ji bo rêkkeftina di navbera PDK û YNK de nîşanda û balkişand li ser wê yekê jî û got: Kêfxweşim ku we agahdar bikim ku dema ez li rê bûm, ji min re gotin ku YNK beşdariya hikûmetê dike û Parlemen dest bi karên xwe dike û dest bi pêkanîna Hikumetê dike. Ji ber ku êdî me biryar dabû, êdî li benda ti kesekî nesekinin. Ji ber ku derfeta pêwîst bi hemû aliyan hatibû dayîn û hîç demekî me nexwestiye partî bi ji xwe razîbûnê li hember aliyên din tevbigere, raste di warê qanûnî de em zorîne ne. Ji ber ku wekî min got zerûreta hebûna partî xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye. Em hêvîdarîn û geşbînîn, bi hêviya xwedê serkeftin her ji bo wan kesan dibe ku xwediyê dozine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin