Îro bi minasebeta 60 saliya derçûna bi eşkere ya Rojnameya xebat Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş stafa rojnameyê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de hevdem li gel pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe bo stafên rojnameya xebat di pêvajoyên curbicur di nava wan 60 salên derbasbûyî de, hevdem behsa rola rojnameya xebat weke organa fermî ya partiya demokrata Kurdistanê kiriye.
Serok Barzanî diyar kiriye ku xebat bi dirêjahiya wan 60 salan di gehandina peyama gelê Kurdistanê û nasandina maf û daxwazên gelê Kurdistanê de, roleke girîng û dîrokî lîstiye.
Serok Barzanî herwiha behsa vê yekê jî kiriye ku rojnameya xebat weke debistanekê jî bûye bo pêgehandina nivîskar û rojnamevanên Kurdistanê.
Herwiha îro li navenda ragihandina PDKê ahengek bo 60 saliya rojnameya xebat bi beşdariya hijmareke zêde ji rayedarên PDKê û rojnamevanên Kurdistanê hate organîzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin