Erbil 38°C Wednesday 07 May 13:13

Rayedarên Îranê ji kiriyarên terorîstî hayedarin

dibêje Serokkomarê Îranê jî îzin dide
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Îranê Mike Pempeo dibêje piraniya rayedarên Îranê ji kiriyarên terorîstî yên ku li welatên Ewrûpî tên kirin hayedarin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo di gotareke xwe de yaku di civîna NATO ya li Washingtonê de pêşkêş kir, rexneyên tund li rayedarên Îranê kir.

Pempeo diyar kir ku piraniya rayedarên Îranê ji pilan û kiriyarên terorîstî yên ku ji aliyê zilamên Îranê ve li ewlatên Ewrûpî tên cîhbicîhkirin hayedarin.

Pempeo aniye ziman ku Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî ji wan pilan û kiriyaran hayedare û îzin dide ku ev kiriyarên han werin kirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.