Piştî barîna baraneke bixor li deverê bi taybetî li Îranê, li çend bajar û bajarokên Îranê lehiyên mezin rabûn û di encama wan lehiyan de zirarên gelek mezin ber şêniyan ketin.
Li gor amarên nefermî yên ku ji aliyê çapemeniya Îranê ve hatine belavkirin, heta niha 70 kes jiber lehiyê canê xwe ji dest dane.
Jêder behsa vê yekê dikin ku piraniya wan qurbaniyan şêniyên bajarê Pildoxter ya ser bi parêzgeha Loristanê li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Çapemeniya Îranê zirarên vê bajarê hîn jî bi fermî belav nekiriye lêbelê xelk û şêniyên deverê behsa vê yekê dikin ku beşeke mezin ji bajarê Pildoxter binav ketiye û tevahiya xaniyên welatiyan jî binav ketine û hijmareke zêde ji xelkê jî di lehiyê de canê xwe ji dest dane û heta niha cenazeyên wan nehatine derxistin.
Ji aliyeke din ve şêniyên parêzgeha Loristanê bi taybetî yên Pildoxterê gazindan ji rayedarên rejîma Îranê dikin û dibêjin ku rejîm bi ti awayî heta niha hevkariya xelkê nekiriye, lewre em daxwaz ji xelkê dikin daku hevkariya me bike.
Weke tê zanîn di nava du hefteyên derbasbûyî de li Başûr, Bakûrê Rojhilat, Bakûr, naveras û Rojavayê Îranê lehiyên gelek mezin rabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin