Ev çend sale ku artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên pkkê, gund û deverên sînorî yên başûrê Kurdistanê topbaran û bordiman dike.
Di vê çarçoveyê de, herî dawî, artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran û bordiman kirina gundê Şeranşê kiriye.
Şeva derbasbûyî artêşa Tirkiyeyê dîsa bi tundî derdorê gundê Şeranşê ya li nêzî Zaxoyê bordiman kir û zirarên mezin yên madî gehştin gundê.
Şêniyên gundê Şeranşê ku tevahiya wan welatiyên Mesîhî ne, îro gundê xwe vala kirin û berê xwe dan deverên din û daxwaz ji hikûmeta Îraq, Kurdistan û aliyên din yên têkildar dikin daku êrîşên Tirkiyeyê bo ser deverên wan rawestînin.
Hêjayê gotinê ye ku hefteya derbasbûyî jî di encama topbaran kirina Şeranşê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve gole topek di nava mala welatiyekî ketibû û mala vî welatî wêran kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin