Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Rêberê tevgera îslamiya Kurdistanê Mamoste Îrfan Elî Ebdulezîz û şandeke pê re kir.
Di civînê de rewşa dawî ya deverê û girîngiya yek rêziya navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê hate nirxandin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî behsa girîng bûna yekrêziya gelê Kurdistanê û girîngî dan bi berejwendiyên giştî kir û ragihand ku gelê Kurdistanê hêjayê xizmet kirineke zêdetire nabe bibe qurbaniya bernameyên siyasî yên partiyan.
Di beşeke din ya civînê de her du alî li ser pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikmûeta Kurdistanê giftûgo kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime bo dabîn kirina daxwazên welatiyan lazime bo ava kirina hikûmet lez were kirin.
Rêberê tevgera îslamiya Kurdistanê rola Serok Barzanî ya bo lihev nêz kirina aliyên siyasî yên Kurdistanê bi roleke bibandor wesif kir û tekezî li ser yekrêziya tevahiya aliyan bo bihêztir kirina Kurdistanê kir.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest û piştgîriya partiya xwe jî bo cîhbicîh kirina erkên nîştimanî û giştî diyar kir.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin