Mezlûm Kobanê: Em spasiya hêzên pêşmerge dikin

dibêje hîn jî gefên DIŞIê mane
کوردستان TV
100%

Îro li bajarê Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê ahengek bi mebesta pîroz kirina serkeftina HSD û YPGê a bi ser terorîstên DIŞIê hate organîzekirin.

Di ahenga han de ku hijmareke zêde ji malbetên şehîdan û rayedarên siyasî û leşkerî yên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê têde beşdarbûn, Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanê gotarek pêşkêş kir û piştî diyar kirina rêzdariya xwe bo şehîdan û rêzgirtin ji malbetên wan re, peyvek pêşkêş kir.

Mezlûm Kobanê diyar kir ku raste di warê leşkerî de DIŞI hatiye jinavbirin lêbelê hîn jî gefên DIŞIê yên bo ser deverê didomin.

Kobanê di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa dema êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser Kobanê jî kir got: Li Kobanê berxwedaneke dîrokî hate kirin û jiber hevkariya hêzên pêşmerge yên ku li Kobanê pêşkêş kirin, em gelek spasiya hêzên pêşmerge dikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.