Duhê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Organîzatorê karûbarên balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê Joy Houd kir.
Di civînê de ku konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina xwe a li gel Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir.
Şanda mêwan herwiha hevkariyên ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve pêşkêşî penaber û koçberan hatine kirin bi girîng wesif kir.
Her di civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê û şanda mêwan tekez li ser zêdetir kirina hevkariyên hayî yên bo wan pêkhateyan kirin ku jiber êrîşên DIŞIê û gefên terorîstan aware bûna, kirin.
Di berdewamiya civîna han de behsa pêngavên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hate kirin û pişt re jî her du alî li ser pêngavên heyî yên normal kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hemahengî kirin bo çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê kirin.
Di dawiya civînê de giftûgo li ser sedem û fakterên dubare serhildana DIŞIê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin