Eger yekdengiya Kurdan hebe Amerîka pêşiya serxwebûna Kurdistanê nagire

mijara serxwebûna Kurdistanê dîsa li Amerîkayê dibe rojev
کوردستان TV
100%

Cîgira wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên kêşeyan û aramiyan Deniz Natali di çarçoveya gotareke xwe de yaku di semînarekê de li Amerîkayê pêşkêş kiriye gotiye: Eger di navbera Kurdan de yekdengî û yek helwêstî hebe, vê demê Amerîka li hember ragihandina serbixweyiya Kurdistanê vê nebe asteng.

Her di heman semînarê de Siyasetmedarekî navdar yê Amerîkî bi navê Piter Kalbris jî diyar kiriye ku piştî ev aloziyên ku piştî referandûma 2017an çê bûne, îro be anjî sibê be vê Kurdistan serxwebûna xwe ragehîne jiber ku ji sedî 93 xelkê Kurdistanê deng bi serxwebûna Kurdistanê daye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.