Piştî ku duhê li bajarê Reqayê mînek û pişt re jî tirimbîleke bombekirî hatin teqandin, jêderên herêmî behsa vê yekê kirin ku hijmara kesên ku canê xwe ji dest dane zêde bûye.
Li gor jêderên ji Rojavayê Kurdistanê, duhê danê sibê li Reqayê mînek û tirimbîleke bombekirî hatine teqandin û di encama wan her du teqînan de 9 kes canê xwe ji dest dane û 9 welatiyên din jî birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê dikin ku birîndar li nexweşxaneyên Reqayê tên dermankirin lêbelê rewşa hinek ji birîndaran girane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin