Çapemeniya Sûriyeyê belav kir ku li nêzî Hemayê dengê çend teqînên bihêz hatiye bîstin.
Çapemeniya Sûriyeyê li ser zarê rayedarên ewlekarî yên Sûriyeyê belav kirine ku Îsraîl derdorê Hemayê bordiman kiriye û çend mûşekên Îsraîlê li deverê ketine.
Jêderên ewlekarî herwiha diyar kirin ku jiber dordimanên Îsraîlê zirarên madî yên gelek mezin bi deverê ketine.
Hate zanîn ku balefirên Îsraîlê bi rêya asmanî ya Libnanê êrîşî ser Hemayê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin