Duhê sêşem nûnerê taybetî yê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Sûriyeyê, Geir Pederson serdana Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kir.
Pederson di dema gehêştina xwe de bo Dîmeşqê ji çapemeniyê re da diyarkirin ku armanc ji vê serdana han giftûgo kirine li gel rayedarên Sûriyeyê li dor destpê kirina gereke din ya danûstandinên navbera rejîm û opozîsyonê.
Pederson herwiha diyar kir ku vê roja yekşemê li gel hijmareke zêde ji rayedarên rejîmê bicive û hêvî jî kir ku ev hevdîtinên han encamên baş bi xwe re bînin.
Hêjayê gotinê ye ku ev serdana han di demekê deye ku vê di 25ê Nîsanê gereke din ya danûstaninên aştiyê yên taybet bi Sûriyeyê li Kezaxistanê destpê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin