Di nava du rojan de zêdetir ji 50 kesan hatine girtin

zextên cîhadiyan li dijî kurdan didomin
کوردستان TV
100%

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Efrînê ragihand ku cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê di dema 2 rojan de 52 welatiyên sivîl li Efrîn û derdorê girtine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Efrînê diyar kir ku cîhadiyan welatiyê bi navê Hemûde Izzet, ku mala wî li ser rêya Efrîn-Reco ye, girt û wan ew bire cihekî ne diyar.

Di heman demê de, 14 welatî ji gundê Edamo yê ser bi nahiyeya Reco girtin û birin cihekî ne diyar.

Li gundê Meydan Ikbis jî 11 welatî li ser destê cîhadiyan, hatine girtin, di nav wan de 3 jin hene, navên wan jî hatine ragihandin.

Li gorî navenda navborî, grûpa çekdar a bi navê Sultan Murad li çend gundên Efrînê jî 25 welatiyên sivîl girtine û navên wan jî hatine belgekirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.