Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke komîteya xêrxwaziya îslamiya cîhanî bi Serokatiya Serokê vê komîteyê Dr. Ebdulah Elmetûq kir.
Di civînê de ku Konsulusê Kuwaitê yê li Hewlêrê tê de beşdar bû, Serokê komîteya xêrxwaziya îslamiya cîhanî hevdem li gel pêşkêş kirina spasiyên xwe bo Kurdistanê jiber vehewandina hijmareke zêde ji aware û koçberan, bi awayekî kurt behsa hevkariyên hawar hatinê yên ku ji aliyê komîteya wan ve hatine pêşkêşkirin kir.
Ebdulah Elmetûq diyar kir ku ev hevkariyên han li Kurdistanê bi hevkariya dezgeha xêrxwaziya Barzanî li ser aware û koçberên nava kempan de hatine dabeşkirin û got: Komîteya me hevkariya wan koçberan dike ku pêdiviya wan bi hevkariyê heye bi taybetî ew zarokên ku bê bav, bê mal û bê serpereştin daku ji pêvajoya pêdivî pêbûnê ber bi pêvajoya berhem anînê ve gavan bavêjin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî jî amadebûna Kurdistanê bo pêşkêş kirina her cure asankariyekê di her pêngaveke xêrxwazî de diyar kir û rola komîteya xêrxwaziya îslamiya cîhanî jî bo dabîn kirina hawarhatinên însanî de bi girîng wesif kir û ragihand ku Kurdistan rexmê ev bargiraniya ku jiber birîna bûdceyê û şerê dijî terorîstên DIŞIê li ser bûye, lêbelê hembêza xwe bo aware û koçberan vekiriye û li gor karînên xwe bêyî ti cudatî hevkarî pêşkêşî wan kiriye.
Giftûgo kirin li ser lez kirin bo dabeş kirina hevkarî û pêdiviyên serekî yên jiyana rojane li kempên penaberan ji aliyê aliyên têkildar yên navnetewî û dezgehên xêrxwazî yên cîhanî ve mijareke din ya vê civîna han bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin