Duhê ajansa nûçeyan ya Sûriyeyê SANA belav kir ku Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Îraqê Falih Feyaz serdana Dîmeşqê kiriye û li gel Serokê Sûriyeyê Beşar Esed civiyaye.
Beşar Esed û Falih Feyaz di civînê de behsa têkçûna DIŞI li Sûriye û Îraqê kirine û balkêşandine ser vê yekê ku lazime Îraq û Sûriye têkiliyên xwe normal bikin û ev têkiliyên han jî bihêztir bikin.
Esed di civînê de ji Feyaz re gotiye ku lazime Îraq û Sûriye bi awayek serweriya xwe biparêzin ku pêşî ji perçe xwe bigirin.
Hêjayê gotinê ye ku di dawiya sala 2018an de jî Feyaz careke din serdana Dîmeşqê kiribû û nameyeke Serokwezîrê Îraqê dabû Beşar Esed.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin